Endamê Ensarullahê: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i345209-endamê_ensarullahê_ger_amerîka_aloziyan_çêbike_dê_nakokî_berfireh_bibin
Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bal kişans ser operasiyonên hêzên leşkerî yên vî welatî li dijî gemiyên siyonîstî û got: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin.
(last modified 2023-12-08T02:40:47+00:00 )
Kanûn 08, 2023 06:03 Asia/Tehran
  • Endamê Ensarullahê: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin

Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bal kişans ser operasiyonên hêzên leşkerî yên vî welatî li dijî gemiyên siyonîstî û got: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin.

Mihemed El-Bexitî got: Yekitiya bi hêz a bereya berxwedanê di zûtirîn dem de pêwîst e.

Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullahê got:  Divê em wek welatên bereya  berxwedanê girîngiya faktora demê fam bikin.

El-Bexitî eşkere kir: Me berê operasyonên leşkerî li Deryaya Sor û Deryaya Mokran pêk anîbûn û amerîkî jî dizanin ku ev gef bêesas  in û eger  ew hewl bidin aloziyê pêk bînin, qada şer û pevçûnan  dê berfirehtir dibe. Di dawiyê de vî endamê Ensarullahê got: Bereya berxwedanê dikare Amerîka û Îsraîlî  daybe ber ber du bijardeyan yan rawestandina destdirêjiyê yan jî berfirehkirina şer û pevçûnan.

Pêştir John Kirby, hewahengkerê peywendiyên stratîjîk yê Encûmena  ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî ragihandibû: Niha em tekezî li ser rûbirûbûna hemû gefên li Deryaya Sor dikin.