Rayedarê Yemenî: Deryaya Sor tenê ji bo Rejîma Siyonîst ne-ewleh e
Alîkarê wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.
Husên El-Ezî, cîgirê wezîrê karên derve yê hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, li ser tora civakî ya X nivîsî: Sana bê guman ji welatên din zêdetir li xema ewlehiya keştiyan li deryaya sor de ye û gelekî rêzê li berjewendiyên kesên din digre û me berê jî ev yeka selmandiye.
El-Ezî destnîşan kir: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.
El-Ezî destnîşan kir: Ev bêewlehî ji bo Rejîma Siyonîst heya ku dawî li binpêkirina zarok û sivîlên bêguneh li Xezeyê bîne, dê berdewam be.
Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê berî niha gotibû: Dê operasyonên leşkerî heta rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Filistînê berdewam bin.