Êrişa dubare ya siyonîstan ser Senayê
Esker û bajaroknişînên siyonîst cardinê êrişî mizgevta Eqsayê kirin.
Mizgevta Eqsayê wek sembol û hêmaya sereke ya nasnameya Îslam- filistînî yê bajarê Beyt Ul-Muqedesê, her tim ketiye ber êrişa Rejîma dagirkirê Qudsê.
Hejmareke zêde ji bajaroknişînên siyonîst cardinê bi kirayereke bi tehrîk û destdirjkirane, vê sibê bi piştgiriya hêzên ewlehiyê û Artêşa Rejîma Siyonîst êrişî mizgevta Eqsayê kirin.
Di vê raporê de hatiye, siyonîstên dagirker rê û rismên olî û mezhebî yên nasiyar bi rê û rismên Telmûdî cih anîn ku bû ssedem xelkê Filistînê hêrs bibin.
Bajaroknişînên Siyonîst carnan bi serkêşiya rayedarên tundrê ên Rejîma Telavîvê êrişî mizgevta Eqsayê dikin û hewil didin cih û şûna û rewşa vî cihê pîroz biguherînin.
Dagirkerên siyonîst bi her awayî bi dû parvekirina rewşa cih û dema vê mizgevtê ne ku proje û palnên xwe yên kirêt cih bînin.
Di bersiva destdirêjî û cianyetên Rejîma Siyonîst ser mizgevta Eqsayê, Komên berxwedana Filistînê çend caran bajarokên siyoîstnişîn ên derdora sînorê zîvala Gazayê û bakurê erdên dagrbûyî dan ber mûşekan.
Komên têkoşer ên filistînî teqez kirine ku mizgevta Eqsayê wek hêla wan sor e û dê bersiva her cure destdirêjiyên ser wê bidin.