Di sala buhurî da zêde ji 200 sîyonîstan li Filistîna Dagirbûyî hatin kuştin
Nîsan 22, 2023 18:03 Asia/Tehran
Radyoyeke sîyonîstan ragihand ku di sala buhurî da zêde ji 200 sîyonîstan li Filistîna Dagirbûyî hatin kuştin ku ji wan 145 leşkerên Rejîma Sîyonîst bûn.
Radyoya Artêşa Israyîlê ji zarê Wezareta Cengê ya vê rejîmê va ragihand, 59 leşkerên israyîlî sala buhurî di encama operasyonên leşkerî da hatine kuştin.
Li gorî vê raporê, di sala 2023an da jî 86 nivîşkanbûyîyên cengê yên artêşa Rejîma Sîyonîst bi hegera giranîya birîn û nivîşkanbûyînê mirine ku bi vê hejmarê ser hev da amara leşkerên israyîlî yên di sala buhurî da hatine kuûtinê radibe 145 kesî.
Li gorî amarên Wezareta Cengê ya Israyîlê, di sala 2022an da herwiha 56 bajaroknişînên sîyonîst hatine kuştinê ku amara herî zêde ji sala 2018an va ye.