Nîsan 18, 2023 17:54 Asia/Tehran
  • HAMAS: Operasyona Şêx Cerah’ê bersiveke xwezayî bû li cinayetên dagirkeran

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ay Filistînê (HAMAS) ragihand, operasyona Şêx Cerah’ê, bersiveke xwezayî bû li cinayetên dagirkeran.

Di encama operasyonekê li Qudsa Dagirbûyî da herî kêm 2 bajaroknişînên siyonîst birîndar bûn.

Ev operasyona bi gulleavîtina ji aliyê filistîniyan ber bi bajaroknişînên siyonîst ve li taxa Şêx Cerahê li Qudsa Dagirbûyî pêk hat. ‘Mihemed Hemade’, berdevkê Tevgera HAMAS’ê li Qudsê, ji bilî pîrozkirina operasyona qaremanane ya îro li taxa Şêx Cerahê li Qudsa Dagirbûyî, ewê bersiveka xwezayî li hember cinayetên dagirkerên siyonîst dijî Qudsê û Mizgevta Eqsayê da zanîn. Hemade ji bilî ku ji ber sekinîna li hember dagirkerên siyonîst û derbelêdana li wan qedrê xelkê Filistînê girt, xelkê Qudsê ji bo piştgîriya ji cihînerê operasyonê vexwendin ta ku dagirker nekaribin wî nas bikin û bigirin. Vî rayedarê HAMAS’ê herwiha li bara dewama êriş û cinayetên dagirkerên Îsraîlê li hember xelkê Filistînê bi taybet niştecihên Qudsê bi tundî hişyarî da.

Sala nû ya zayînî di halekî da li Filistîna Dagirbûyî dest pê bûye ku xortên filistînî girantir ji par bi çekan li hember siyonîstan disekinin, bi awayekî ku hevgavê destpêkirina karê kabîneya rast a tundrê ya Natanyahû, gelek serokên siyonîst nekarîne dilnîgeraniya xwe ji ber gurrbûna Intifazeya Sêyem, veşêrin. Operasyona dijî siyonîstan di van mehên dawiyê da wek bersiva li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li navçeyên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê pirr zêde bûne, bi awayekî ku serokên siyasî û saziyên leşkerî û ewlehiyê yên vê rejîmê mukur hatine ku nikarin li hember wan operasyonan bisekinin û li bara berfirehbûna wan jî hişyarî didin.

Heta berî nika siyonîst tenê li başûrê Erdên Dagirbûyî û li navçeya Xezzeyê bi filistîniyan re di halê pevçûnê bûn lê a niha Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li rojhilatê Filistînê ji ber ku xort biçek bûne, bûye cihê kemînê ji bo siyonîstên tirsonek û nahêle ku xew bikeve çavên wan.

 

Serepeyv