Adar 28, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • HAMAS: Êrişa ser ibadetkeran nîşana şerê sîyonîstan ê dînî dijî gelê Filistînê ye

Endamekî pillebilind ê HAMAS`ê got: Tepeserkirina ibadetkeran û derxistina wan ji mizgevta Eqsayê nîşan dide ku Rejîma Sîyonst şerê dînî himberî zarokên gelê Filistînê dimeşîne.

Samî Ebû Zehrî pillebilind ê HAMAS`ê got: Êrişa ser ibadetkeran li mizgevta Eqsayê hewla Israyîlê ji bo nehîştina nasnama islamî û erebî ya qibleya misilmana ya yekê û warê sêyê yê pîroz û hewleke serneketî ya dijmin ji bo bicihanîna plana şûm a parvekirina vî warê pîroz ji hêla dema bikaranînê û beşa bikaranînê ray dide.

Ebû Zehrî herwiha got: Amadebûna zêde ji 50 hezar filistînîyan li mizgevta Eqsayê ji bo nimêja eşayê û Terawîhan nîşan dide ku Rejîma Sîyonîst nikare pêşîya gelê Fiilstînê li vê mizgevtê bigire, lewma pêwîst e ku filistînî ji bo ibadet û nimêjkirinê zêdetir herin mizgevta Eqsayê.

Ekreme Sebrî pêşnimêjê mizgevta Eqsayê jî wek berteka himberî êrişa sîyonîstan ser ibadetker û nimêjkerên filistînî li mizgevta Qudsê got ku rejîma sîyonîst a dagirker êrişeke sefêkane himberî mizgevta Eqsayê dest pê kirîye û li vî warî himberî ibadeta bo Xwedê şêrr dike.