May 13, 2025 17:16 Asia/Tehran
  • Gotûbêja rasterast di navbera Pakistan û Hindistanê de

Piştî agirbesta vê dawiyê ya di navbera Hindistan û Pakistanê de, karbidestên leşkerî yên payebilind li Îslamabad û Delhî ya Nû yekem pêwendiya xwe ya rasterast bi rêya têlefonê pêk anîn da ku pêşhatan û mijarên ewlehiyê yên têkildar binirxînin.

Di van gotûbêjan de, fermandarên her du welatan tekezî li ser domandina kanalên peywendiyên rasterast ji bo girtina pêşiya zêdebûna aloziyan kirin. karzanên ewlehiyê vê diyaloga rasterast wek nîşana hewlên birêvebirina krîza di navbera hêzên navokî yên cînar de dibînin. Ev gotûbêj di halekî de pêk hatin ku aloziyên vê dawiyê yên ku ji ber êrîşên mûşekî û xwefiran li herêmê pêk hatin, Pakistan û Hindistanê ber bi kêşeyeke berfireh ve dibirin.

Serepeyv