Rayedarekî yemenî: Amerîka û Brîtanya divê ji axa Yemenê derkevin
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê tekez kir: Brîtanya û Amerîka divê gefên rêberê Yemenê ê nû cidî bigirin û terka axa me bidin.
‘Yehya Serî’ Berdevkê Hêzên Çekdar ên Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Meşqa ku hat lidarxistin bi armanca amadetiya hemî tabûrên hêzên çekdar ên Yemenê bû.
Serî’ got: Peyama vê meşqa leşkerî bo gelê Yemenê ev e ku artêş û hêzên çekdar di amadetiya herî tam da ne da ku li hemberî her destdirêjiyekê rawestin. Wî got: Ji bo welatên destdirêjker jî peyama vê meşqê ev e ku eger hûn li dû aştiyê bin, em jî aştî dikin; lê eger hûn li dû şêrr bin, em jî limeydanê ne û amade ne.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got: Gişt yekîneyên leşkerî yên xwefirr, mûşek, asimanî û bejahî dê beşdarî vê meşqê bibin û ev meşq ji bo ragihandina amadetiyê ji bo her cengekê ye; çi di meha Remezanê da be û çi mehên din.
Serî’ du bijarde li ber dijminên Yemenê danîn û got: An divê ew aştî bikin ku gelê Yemenê vê yekê dixwaze, an jî dewamê bidin dijminatî û zorbêjiyê.
Hêzên çekdar ên Yemenê roja Çarşemiyê bi boneya salvegera nehem a rawestana li hemberî Hevpeymaniya destdirêjker a bi fermandetiya Amerîkayê meşqeke leşkerî li dar xistin ku gişt yekîneyên leşkerî tê da beşdar bûn.