Dewleta Rizgariya Neteweyî û Hevalbendiya Seûdî derbarê danûstandina hêsîran li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340292-dewleta_rizgariya_neteweyî_û_hevalbendiya_seûdî_derbarê_danûstandina_hêsîran_li_hev_kirin
Piştî derbasbûna 10 rojan ser destpêbûna muzakireyên li Bêrna paytexta Swîsrayê, Tevgera Ensarulah û Dewleta îstifakirî ya Yemenê îro Duşemiyê peymanek derbarê danûstandina 887 hêsîran ji wan hêsrîn yemenî di berdêla 181 seûdî û sûdanî wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2023 14:24 Asia/Tehran
  • Dewleta Rizgariya Neteweyî û Hevalbendiya Seûdî derbarê danûstandina hêsîran li hev kirin

Piştî derbasbûna 10 rojan ser destpêbûna muzakireyên li Bêrna paytexta Swîsrayê, Tevgera Ensarulah û Dewleta îstifakirî ya Yemenê îro Duşemiyê peymanek derbarê danûstandina 887 hêsîran ji wan hêsrîn yemenî di berdêla 181 seûdî û sûdanî wajo kirin.

Nûçegihanî malpera nûçeyana Al-Mayadinê li Jinêvê ragihand ku aliyên yemenî li Bêrnê peymanek bo danûstandina hêsîr û girtiyan wajo kirin. Ev peymana 887 girtiyên her du aliyan ji wan eskerên seûdî û sûdanî û fermandeyên eskerî digire ber xwe.

 Di vê çarçoveyê de, ‘Ebdulqair El-Murteza’ Serokê Komîteya hêsîran di dewleta Sen’ayê de ragihand ku me li hev kiriye 706 hêsîrên yemenî berdêla azadiya 181 hêsêrên seûdî û sûdanî bên azadkirin.

 Wî her wiha got ev peymana sê heftiyên din yê cih were, heta dewreyeke din ên muzakireyan piştî meha pîroz a Remezanê bo kemilandina naveroka mayî ya peymanê cih were.

 Hêjayî gotinê ye ku muzakireyên Yemenê ji 10 rojan berî niha va di yek ji gundên Swîsrayê li Bêrnê û bin çavdêriya NY’yê û Xaça Sor a cîhanî hatin destpêkirin û efserên seûdî têde beşdarî kirin.