Adar 14, 2023 18:24 Asia/Tehran
  •  Razîbûna berayî ya Knesset’ê ser pêşnumaya Natanyahu ya têkildarî dadwerîyê

Parlimana Rejîma Sîyonîst (Knesset) piştî nîqaşeke çendsaetî, di xwendina yekê da, razîbûna xwe ser pêşnumaya gengeşesaz a têkildarî qanûnên dadwerîyê ku Serokwezîrê vê rejîmê raber kirîye, nîşan da.

Di pêşnumaya bi navê qaşo ‘‘Sererastkirina qanûna dadwerîyê” da ku niştecihên Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ew ‘‘Darbeya qanûna bingehîn’’ bi nav dikin, desthilata Dezgeha Dawerîyê hatîye kêmkirin û ji hêla din va desthilat û cîgeha parlimanê û Serokwezîr hatîye zêdekirn.

Parlimana Rejîma Sîyonîst şeva buhurî piştî çend saet gengeşeyê, di xwendina yekê da bi 61 dengên erê hibmerî 51 dengên na, razîbûna xwe ser guhertina qanûna dadwerîyê ya bi dilê Serokwezîrê vê rejîmê “Benyamîn Natanyahu” ragihand.

Pêşnumaya guhertina qanûna dadwerîyê ya ku Natanyahu raber kirîye, bûye sedema neyartî û xwenîşandanên berfire, bi awayekî ku eva çend Şemî ne ku nerazî dadikevin kolanan.

Pêşnumaya guhertina qanûna dadwerîyê ji bo pesendkirin û cihanînê, pêwîst e ku 2 carên din li parlimana Rejîma Sîyonîst were xwendin û hilkolandin.

 

Serepeyv