Cejna 15’ê Şe’banê li bajarên cûr bi cûr ên Libnanê hat pîrozkirin
Hevdem digel jidayîkbûna pîroz a yegane rizgarkerê cîhana mirovahiyê, Eba-salih El-mehdî (Ec), cejnine bicoş li bajarên cûr bi cûr ên Libnanê hat lidarxistin.
Îro Çarşemî, 15’ê meha Şe’banê ya sala 1444an li gorî rojhejmêra Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê şîeyên cîhanê yê duwazdehem e.
Hezretê Mehdî (Ec) di berbanga 15ê Şe’bana sala 255an a Koça Heyvî li bajarê Samerrayê ji dayîk bû.
Bav wî yê hêja Îmam Hesenê Esgerî (S) û dayîka wî, banûya hêja “Nercis Xatûn” e.Li gorî rapora IRIB News’ê, Cejna jidayîkbûna Îmam Mehdî (Ec) bi pêşwaziya bicoş ji aliyê libnaniyan va li bajarên vî welatî ji wan li Zahiyeya başûrê Beyrûtê hat lidarxistin.
Xort û nûciwanên libnanî di vê cejnê da hevdeng digel nifşên yekem ên Berxwedanê Sirûda “Silav Ey Mehdî” (Selam Ya Mehdî) xwendin.