Eskerên Rejîma Siyonîst careke din êrişî ser filistîniyan kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i339904-eskerên_rejîma_siyonîst_careke_din_êrişî_ser_filistîniyan_kirin
Eskerên Rejîma Siyonîst êrişî ser navçeyên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2023 14:49 Asia/Tehran
  • Eskerên Rejîma Siyonîst careke din êrişî ser filistîniyan kirin

Eskerên Rejîma Siyonîst êrişî ser navçeyên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî kirin.

Eskerên Siyonîst îro Înîyê êrişî ser navçeyên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Beyt Ul-Muqedesê kirin.

 Eskerên Rejîma Siyonîst bi êrişa ser bajarokê Selwadê li Ramullahê û Qudsa dagirbûyî, 4 filistînî desteser kirin.

 Ev kiryar di halekî de cih tê ku eskerên Rejîma Siyonîst duh detsdirêjiyên xwe ser gelê Filistînê û nirxên pîroz ên filistîniyan domandin. Bi curekê ku di encama van destirêjiyan de, zarokekî filistînî yê rûniştiyê bajarokê Ezûnê li rojhilatê Qilqîlyayê şehîd bû û 2 kesên din jî brîndar bûn.

 Eskerên siyonîst duh jî 14 filistînî girtin û malek jî nêzîkî El-Xelîlê kavil kirin.