Biryara Rejîma Sîyonîst ji bo kavilkirina mala cihînerên operasyonên berxwedanê
Artêşa Rejîma Sîyonîst ragihand ku biryar da malên cihînerên operasyonên berxwedanê yên vê dawîyê li Qudsa dagirbûyî û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bên kavilkirin.
Artêşa Rejîma Sîyonîst ragihand ku yê mala “Xêyrî Elqim” cihînerê operasyona êrişa bi çekê ya li Taxa Nefîye Ye’qûbê li şarê Qudsa dagirbûyî ku di encamê da 7 israyîlî hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn, xira bike.
Dagirkerên sîyonîst herwiha ragihandin ku dê mala “Yûnis Hîlan” ê 19 salî ku êxsîrekî filistînî ye û mala şehîd “Mihemed Sowf” ê 18 salî ku dibêjin 2 operasyonên dijî hêzên artêş û bajaroknişînên sîyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi cih anîye, kavil bikin.
Dagirkerên sîyonîst dibêjin ku êrişa bi çekê ya di 25ê Cotmehê da li devera Findiq’ê ku di encamê da bajaroknişînek hat kuştin, êxsîrê filistînî “Yûnis Hîlan” ê ji gundê Heceyê pêk anîye.
Herwiha tê gotin ku şehîd “Mihemed Sowf” jî di 15ê Mijdarê da li devera pîşeyî ya bajarokê Aryêlê 2 sîyonîst kuştine û 4 kes ji wan jî birîndar kirîye.