Qeter: “Em hewldana xwe ji bo hevhatina Îranê û Welatên Rojavayî didomînin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i339221-qeter_em_hewldana_xwe_ji_bo_hevhatina_Îranê_û_welatên_rojavayî_didomînin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê li ser dewama hewldana ji bo nêzikkirina nêrînan navbera Îranê û Welatên Rojavayî di gotûbêjên Navokî da tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2023 13:11 Asia/Tehran
  •  Qeter: “Em hewldana xwe ji bo hevhatina Îranê û Welatên Rojavayî didomînin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê li ser dewama hewldana ji bo nêzikkirina nêrînan navbera Îranê û Welatên Rojavayî di gotûbêjên Navokî da tekez kir.

“Muhemed bin Ebdurrehman Alê Sanî” Wezîrê Karên Derve yê Qeterê roja Yekşemiyê di serdana xwe ya bo Tehranê da digel “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” hevpîşeyê xwe yê îranî hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Macid Ensarî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê êvara Çarşemiyê derbarê serdana “Muhemed bin Ebdurrehman Alê Sanî” Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Qeterê bo Îranê, got: “Heta niha ti amadekariyek ji bo destpêkirina dora nû ya gotûbêjên navbera Îranê û Welatên Rojavayî derbarê Bernameya Navokî ya Îranê tune.”

Wî got: “Lê navcîtiya Qeterê ji bo raberkirina pêşniyazan bi mebesta hêsankirina vegeriyana aliyên têkildar bo muzakireyê didome û ev rolgirtina Dûhayê wê heta wajokirina Lihevkirinameya Navokî ku ewlehî û aştiyê li navçeyê misoger dike, neyê rawestandin.”