Dewama bersiva filistîniyan li hemberî cinayeta Kampa Cênînê
Filistîn El-Yewmê derbarê operasyoneke dijî siyonîstan li bakurê bajarê Qudsê ya dagirbûyî agahî da.
Bajaroknişînekî siyonîst li nêzîkî bajarokê Eterût’ê li bakurê bajarê Qudsê ya dagirbûyî bi derba kêrê birîndar bûye.
Piştî êrişa roja Pêncşemiyê ya artêşa Rejîma Siyonîst ser “Kampa Cênînê” ku di encamê de 11 welatiyên filistînî şehîd û herî kêm 20 kes birîndar bûn, têkoşerên filistînî bi her rêyekê bersiva siyonîstan didin û vê yekê rewşeke taybet bo siyonîstan pêk aniye.
Artêşa Rejîma Siyonîst Şemiyê şevê jî qala gulleavêtina nêzîkî xwarinngeheke navçeya El-Eqwarê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kiribû û îdia kiribû ku di encama vê gulleavêtinê de ti kes nehatiye kuştin an birîndar nebûye.
Roja Îniyê ciwanekî filistînî operasyona berxwedanê li Qudsa dagirbûyî cih anî ku di encamê de 8 siyonîst hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.