Çile 17, 2023 13:32 Asia/Tehran
  • Tabûrên Qessam derewên Rejîma Siyonîst aşkera kirin

Tabûrên Qessam, baska leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bi weşandina vîdoyekî ji leşkerekî dîl ê siyonîst, derewên rayedarên Rejîma Siyonîst li bara azadiya wî aşkera kirin.

Tabûrên Qessam baska leşkerî ya Tevgera HEMAS’ê ji leşkerê siyonîst peyameka vîdoyî weşand ku tê de ev leşker ji kabîneya vê rejîma dixweze ku wî azad bikin. Anegorî vê raporê, leşkerê dîl ê siyonîst ser navê Efreha Mengêsto ku ji sala 2014’an ve li cem Tabûrên Qessam êxsîr e, ji rayedarên siyonîst re dibêje: “Îsraîlî li ku ne, divê ez heta kengî li vir êxsîr bim, ez û hevalên xwe piştî çendîn salan dixwezin ku werin azadkirin, yê dawiya me çi bibe.”

Tabûrên Qessam bi weşandina vê peyama biwêne, îdiaya “Avî Koxavî”, serokê berê yê sererkantiya Rrtêşa Rejîma Siyonîst li bara destkevtên dewra karê xwe xiste ber pirsan.

Şayanî gotinê ye ku alîkarê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera HAMAS’ê vê dawiyê amajeyî vê yekê kir ku vê tevgerê çend dîlên îsraîlî hene û dê wê hejmarê zêde bike û gotibû, wisan ku Berxwedanê soz daye, wê êxsîrên xwe azad bike.

 

Serepeyv