HAMAS: Sîyonîst nikarin pêşîya şîyana mûşekî ya Berxwedana Filistînê bigirin
Rayedarekî pillebilind ê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand: Dagirkerên sîyonîst nikarin mûşekên komên berxwedêr bişopînin.
Elî Berke endamê Fermandetîya Tevgera HAMAS’ê li derveyî Filistînê bi boneya salvegera çardehan a Şerê Furqanê (destdirêjîya Israyîlê ser Zîvala Xezeyê di sala 2008an da) ragihand: Rejîma Sîyonîst bi sirûşta xwe ya dagirkerîyê û êrişan, bi dû wê bû ku Tevgera HAMAS’ê bitewîne, Zîvala Gezzeyê dagir bike û pêşîya avîtina mûşekên komên berxwedêr ber bi bajaroknişînên sîyonîst bigire ku di van gişk waran da ser neket û têk çû û Rejîma Sîyonîst bi êrişên xwe selimand ku rejîmeke cinayetker e ku armanca wê êrişa ser sivîlan, navendên UNRWA’yê, dibistan, nexweşxane û navendên hikûmî yên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ye.
Berdevkê HAMAS’ê Ebdulletîf Qanû' jî şeva buhurî di daxûyanîyeke hema bi vê boneyê da ragihand: Çawan ku serkêşên cinayetker ên rejîma dagirkerê Qudsê, ji dema Şerê Furqanê va heta nika ti serketinek di vî warî da bi dest nexistiye, idiakerên tundrê yên hikûmeta Natanyahû ya faşîst jî dê nekaribin armancên xwe bi dest bixin.
Berpirsê Dezgeha Ragihandinê ya Lêjneyên Berxwedana Filistînê Mihemed Birîm jî got: Şerê Furqanê dê xaleke werçerxanê ya girîng di dîroka têkoşîna himberî dijminê sîyonîst da be, vê têkoşînê wehma sîyonîstan a jinavbirina berxwedanê têk bir û di eynî demê da xîmê qonaxeke nû ya berxwedanê danî.