Yemen: Amerîka gefek li dijî gerrên deryayî li Deryaya Sor e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337997-yemen_amerîka_gefek_li_dijî_gerrên_deryayî_li_deryaya_sor_e
Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand, hebûna hêzên Amerîkayê gefek li dijî gerên deryayî û keştiyan li Deryaya Sor e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2022 13:56 Asia/Tehran
  •  Yemen: Amerîka gefek li dijî gerrên deryayî li Deryaya Sor e

Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand, hebûna hêzên Amerîkayê gefek li dijî gerên deryayî û keştiyan li Deryaya Sor e.

Husên El-Izî Alîkarê wezîrê derve y Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di twîtekê da tevî şermezarkirina kiryarên Amerîkayê li Deryaya Sor, hebûna hêzên Amerîkayê li avên Yemenê neqanûnî zanî.

El-Izî got: Hebûna Amerîkayê li avên Yemenê zorbêjane û bêşermezane ye û dikare bibe sebeba berteka 40 miliyon welatiyên yemenî.

Wî her wiha ji Waşîngtonê xwest ku rêzê li qanûnên navneteweyî bigire û gef li gerrên keştiyan nexwe û hemî kiryarên xwe ku gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwin, rawestîne.

Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker bi piştevaniya Amerîka û hejamreke welatên rojavayî di mehên dawî da gelek keştiyên yemenî yên nifthilgir desteser kirine.