Serketina Qeter û Ereban di lidarxistina Kupa Cîhanî ya 2022an da
Serketina qeterîyan di amadekarîyên bi itandardên herî bilind ên cîhanê bo pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an, herwiha encama ku Erebistanê hemberî tîma Arjantînê ku fûtbolîstekî navdar weke Mêsî di vê tîmê da bû bi dest xist, hemî rexne û propagandeyên xirab û nerênî yên welatên rojavayî yên ji bo reşkirina Qeterê wek welatê mazûvan û ereb û misilmanan pûç kirin.
Li gorî nûçeya Malpera Nûçeyan a Al-Khalij Al-Jadid'ê, Meseleya balkêş ew e ku bi destpêbûna pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an û bicihbûna desteyên curbicur li Duhayê, rexne û propagandayên dijî Qeterê bi awayekî berbiçav kêm bûn û mêvanan ji ber pêşwazîya germ a qeterîyan, ewlehîya di asta bilind da û lidarxistina baş a merasimê, destxweşî li wan kirin.
Ev hemî bûn sebeb ku propagandayên dijî Qeterê yên di 10 salên buhurî da pûç bibin.
Bi vî awayî bi saya mazûvanîya baş a Qeterê û serketina tîma Erebistanê hemberî Arjantînê, ereban di Kupa Cîhanî ya 2022an ku careke yekê ya bi mazûvanîya welatekî ereb tê lidarxistin da, serketineke mezin bi dest xist ku hemî fikir, guman û xeyalên xirab ên welatên rojavayî ji nav bir û eva ew hêz û şîyana nerm e ku Qeterê ji bo pêkanîna xewnên xwe bi kar anî, tişta ku demeke dûr û dirêj e ku Yekitîya Ereban û artêşên wan welatana nekarîye bi dest bixin.