Bo cara şeşem parlimana Libnanê nekarî serokomar bibijêre
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337721-bo_cara_şeşem_parlimana_libnanê_nekarî_serokomar_bibijêre
Parlimana Libnanê bo cara şeşem di bijartina serokomar da ser neket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2022 13:30 Asia/Tehran
  • Bo cara şeşem parlimana Libnanê nekarî serokomar bibijêre

Parlimana Libnanê bo cara şeşem di bijartina serokomar da ser neket.

Li gorî rapora Al-Alamê, civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomar roja Pêncşemiyê piştî negihîşte rêjeya qanûnî, b beşdariya 112 nûneran dest pê kir.

Encama dengwergirtinê bi vî awayî bû: Dengên sipî 46, Mîşal Me'ûz 43, Libnan Cedîd 9, Esam Xelîfe 7, Ziyad Barûd 3, Silêman Fernîce 1, Mîşil Zahir 1 û dengên betal 2.

Beriya vêya Necîb Mîqatî serokwezîrê karrêkxer ê Libnanê ragihand: Serokomarê nû divê bilez ji bo organîzekirina çalakiyên siyasî were bijartin ji aliyê hemiyan va were qebûlkirin.