Pop ji serokên Behreynê xwest ku mafên mirov berçav bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337484-pop_ji_serokên_behreynê_xwest_ku_mafên_mirov_berçav_bigirin
Rêberê Klîsayên katolîk ên cîhanê ji serokên Behreynê xwest ku ji bo xurtkirina mafên mirov li vî welatî hewil bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2022 13:02 Asia/Tehran
  •  Pop ji serokên Behreynê xwest ku mafên mirov berçav bigirin

Rêberê Klîsayên katolîk ên cîhanê ji serokên Behreynê xwest ku ji bo xurtkirina mafên mirov li vî welatî hewil bidin.

Li gorî rapora malpera Ehdê, Pop Fransîs di yekem axaftina xwe ya piştî gihîştina bo Menameyê da ji serokên vî welatî xwest ku derbarê binpênekirina mafên mirov ên seretayî garantî bidin û ji bo xurtkirina wê hewil bidin.

Komên navneteweyî yên berevanê mafên mirov ji Pop xwestiye ku derbarê kiryarên hikûmeta kevneşop a Behreynê li dijî şîe, çalakên siyasî û kesayetiyên dijber bertek nîşan bide.

Rêxistina Zêrevana Mafên Mirov û 8 komên din ên hiqûqî roja Sêşemiyê ji Pop daxwaz kir ku aşkira zextê bîne ser Behreynê da ku hemî darvekirinan betal bike û tawanên işkence û binpêkirina mafê mehkemekirina edlane ya welatiyan bi awayekî cidî vekolîne.