Hilbijartina Kinêsêta Rejîma Siyonîst dest pê kir
Mijdar 01, 2022 09:57 Asia/Tehran
Hilbijartina Kinêsêta (parliman) Rejîma Siyonîst sibeha roja Sêşemiyê di bin tevdîrên ewlehiyê yên giran ji tirsa operasiyona berxwedana Filistînê dest pê kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Siyonîst roja Sêşemiyê 1ê Mijdarê ji bo bijartina 120 nûnerên Kinêsêtê çûn navendên ddengdayînê.
Li gorî rapirsînan, hevpeymaniya Netanyahû 60 kursiyan yanî kursiyekê kêmtir ji hejmara pêwîst ji bo damezirandina kabîneyê û hevpeymaniya serdest bi rêberiya Lapîd jî 56 kursiyan û partiya Hedaş-Te'al a erebên niştecihên erdên dagirbûyî jî dê 4 kursiyan bi dest bixe.
Di asta partiyan da, Partiya Lîkûdê 31 kursiyan û piştî wê partiya Yeş Etîdê 25 kursiyan bi dest dixe.