Teqînek li bendergeha Zebeyê ya Hezermûta Yemenê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337209-teqînek_li_bendergeha_zebeyê_ya_hezermûta_yemenê_qewimî
Çavkaniyên nûçeyan qala qewimîna teqînekê li parêzgeha Hezermûtê ya rojhilatê Yemenê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2022 04:39 Asia/Tehran
  • Teqînek li bendergeha Zebeyê ya Hezermûta Yemenê qewimî

Çavkaniyên nûçeyan qala qewimîna teqînekê li parêzgeha Hezermûtê ya rojhilatê Yemenê kir.

Kanala El-Meyadînê roja Înê ragihand, du teqînê li bendergeha Zebeyê ya li rojhilatê bajarê Meklaya navenda parêzgeha Hezermûtê qewimiye. Ev bendergeh di bin dagirkeriya hevpeymaniya Siûdî-Imaratî ya destdirêjker da ye.

Di vê raporê da hatiye, ev teqîn hevdem digel gihîştina keştiyeke hilgira neftê pêk hatiye.

Hin çavkaniyan weke ajansa Reutersê ragihand ku ev teqîn ji ber êrîşên xwefirran bûye.

UNewsê ragihand: Keştiyeke neftê ya mezin ji bo veguhestina du miliyon bermîl neftê derbasî bendergeha Zebeyê bû û derdem ev teqîn qewimîn.

Li gorî vê raporê, vê keştiyê dixwest nefta hilberandî ji qadên El-Mesîleyê li rojavayê Hezermûtê bibe cihekî nediyar.