Hemasê bertek nîşanî bêrêziya siyonîstan li Qurana pîroz da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336973-hemasê_bertek_nîşanî_bêrêziya_siyonîstan_li_qurana_pîroz_da
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bertek nîşanî bêrêziya bajaroknişînên siyonîst derheq Qurana pîroz û şewitandina hin nisxeyên wê li navçeya El-Xelîlê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2022 11:23 Asia/Tehran
  • Hemasê bertek nîşanî bêrêziya siyonîstan li Qurana pîroz da

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bertek nîşanî bêrêziya bajaroknişînên siyonîst derheq Qurana pîroz û şewitandina hin nisxeyên wê li navçeya El-Xelîlê da.

Çavkaniyên filistînî vê nîvrojê ala bêrêziya bajaroknişînên siyonîst li Qurana pîroz li bajarê El-Xelîlê yê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kir.

Ebduletîf Qanû', berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê  bi daxuyaniyekê tekez kir: Şewitandina Quranê kiryareke cinayetkarane û destdirêjiyeke kêmdîtî ji aliyê bajaroknişînan e û divê bersiva vî karî were dayîn.

Qanû' her wiha got: Ev kiryara nijadperestane û îhanetbar nîşan dide ku dijminê siyonîst û bajaroknişînên dagirker li dû şerekî dînî ne ku Îslam kiriye armanc.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê  her wiha got:  Şewitandina Quranê hevdem digel destdirêjiya li ser Mizgefta Eqsayê, kiryarek e ku hestên misilmanan birîndar dike.

Li gorî nûçeyeke din, Yûnî Bin Munahîm rojnamevanê siyonîst mukir hat ku bakûrê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi tamî ji bin kontrola Rejîma Siyonîst û Rêxistina Xweser a Filistînê derketiye.