Cotmeh 08, 2022 10:57 Asia/Tehran
  • Greva birçîbûnê ya 30 girtiyên Filistînî didome

Çavkaniyên agehdar ji berdewamiya gireva birçîbûnê ya girtiyên filistînî li berteka li hember siyaseta binçavkirina îdarî ku rayedarên dagîrker ên Rejîma Siyonîst li dijî wan sepandine ragihandin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Al-Mayadeen`ê, 30 girtiyên filistînî wek berteka li hemberî siyaseta binçavkirina îdarî ku rayedarên dagîrker ên Rejîma Siyonîst li dijî wan sepandine, ji bo 13`emîn roja greva birçîbûnê berdewam kirin.

Klûba Girtiyên Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev girtî li benda bersiva saziya birêveberiya girtîgehên dagirkeran in ji bo daxwazên xwe.

Klûba Girtiyên Filistînê her wiha got: Eger bersiva van daxwazan neyînî bibe, komên din ên girtiyan jî dê tevlî greva birçîbûnê bibin.

Girtiyên filistînî pêştir jî ragihandibûn ku li ber berfirehbûna kiryarên neqanûnî yên Rejîma Siyonîst dê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê bidomînin û rêveberiya girtîgehên Telavîvê bi van kiryarên xwe yên nemirovane, hewl dide tola xwe ji girtiyan hilîne.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Siyonîst di van rojên dawîn de girtina neqanûnî ya welatiyên filistînî bê ravekirin zêde kiriye û hejmara girtiyên îdarî di girtîgehên vê rejîmê de gihîştiye 760 kesan ku beşek ji wan zarok, jin û kesên temen mezin in.

Serepeyv