Îlon 25, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Hemasê Rejîma Siyonîst hişyar kir: Filistînî bihêrstir dibin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) wek berteka li hemberî şehîdbûna xortê filistînî li Nablosê ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va hişyar da, destdirêjiyên vê rejîmê filistînî bihêrstir kirine.

Mihemed Ewez Ebû Kafiye xortê 37 salî yê filistînî roja Şemiyê bi erebeya xwe li polîsên Rejîma Siyonîst li nêzikî bajaroka Hefat Gel'adê li başûrê bajarê Nablosê xist ku di encamê da du siyonît birîndar bûn.

Leşkerên Rejîma Siyonîst derdem gulle berdan ser vî xortê filistînî û ew şehîd kirin.

Li pey şehîdbûna vî xortê filistînî, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand, Rejîma Siyonîst divê bizane ku gelê Filsitînê ji ber giranbûna destdirêjiyên leşkerên wê li ser gelê Filistînê û pîrozweriyan û erdên dagirbûyî bihêrstir dibe û ji ber vê yekê leşker û bajaroknişînên vê rejîmê armanca rewa û qanûnî ya têkoşerên qareman ên filistînî û operasiyonên wan ên mêrxasane ne.

Hemasê her wiha derbarê bêrêzîkirina li Mizgefta Eqsayê ji aliyê siyonîstan va bi behaneya cejnên cihûyan hişyarî da û ragihand: Êrîşa li ser Mizgefta Eqsayê bi wateya destddirêjiya li ser gelê me ye ku ew ê ti wextî bêrêzî û cihûkirina cihwarên xwe yên pîroz bepejirîne û bi hemî derfetên xwe berevaniya wan bike.

 

Hêjayî gotinê ye ku rewşa van rojan a erdên dagirbûyî bi taybet li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdibê veguheriye rewşeke gelekî taybet û têkoşerên filistînî bi her amûrekê bersiva cinayetên siyonîstan ên bêhejmar didin û vê yekê rewşeke taybet ji bo siyonîstên dagirker pêk aniye.

 

Serepeyv