Leşkerên siyonîst malên 3 malbatên filistînî li Erîhayê xera kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336586-leşkerên_siyonîst_malên_3_malbatên_filistînî_li_erîhayê_xera_kirin
Medyayên filistînî îro ragihand ku leşkerên siyonîst êrîşî ser gundê El-Reşayîdeyê li bakûrê rojavayê Erîhayê kir û hejmareke malên filistîniyan li vî gundî xera kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2022 13:25 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst malên 3 malbatên filistînî li Erîhayê xera kirin

Medyayên filistînî îro ragihand ku leşkerên siyonîst êrîşî ser gundê El-Reşayîdeyê li bakûrê rojavayê Erîhayê kir û hejmareke malên filistîniyan li vî gundî xera kirin.

Hesen Melîhat berpirsê Rêxistina Piştevana mafên Çolnişînên Filistînî got: Siyonîstan piştî êrîşa li ser vî gundî malên sê welatiyên filistînî xera kirin. Wî got: Xerakirina van malan di dewama cihanîna siyasetên cihêkariya etnîkî û bi mebesta destdanîna ser erdên vê navçeyê ji bo berfirehkirina bajarokçêkirinê bo siyonîstan pêk tê.

Her wiha çavkaniyên filistînî ragihand ku hêzên siyonîst ên dagirker "Umer El-Keswanî" rêveberê Mizgefta Eqsayê li bajaroka El-Tûrê girt û birin cihekî nediyar.