Şehadeta ciwanekî Filistînî li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê
Xortê filistînî di êrîşa vê dawiyê ya hêzên siyonîst li Şerîeya Rojava ya çemê Urdinê de, di encama giraniya birînên xwe de şehîd bû.
Li gorî rapora Tora Al-Yawmê ya Filistînê, “Mustefa Ebû Celde” ciwanê filistînî û rûniştiyê kempa Cenînê, di encama giraniya birînên xwe yên ji ber êrişa Rejîma Siyonîst ser bajarê Cenînê ku çend roj berê pêk hat, şehîd bû.
Hefteya borî hêzên siyonîst êrişî bajarê Cenînê li Şerîeya Rojava kiribûn.
Di wê demê de filistînî yê bi navê Mûsa Mihemed Sebaneh yê 29 salî ji aliyê hêzên siyonîst ve hat gullebarankirin û şehîd bû.
Di vê êrîşê de 16 filistîniyên din jî di êrîşên hêzên siyonîst de birîndar bûn.
Gelek leşkerên Rejîma Siyonîst rojên duşemî û şemiyê bi 100 otombîlên leşkerî û buldozeran ji çend aliyan ve êrişî bajarê Cenînê kirin û bi filistîniyan re ketin pevçûnê.