Di êrîşa siyonîstan ser Cenînê de filistînîyek şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335613-di_êrîşa_siyonîstan_ser_cenînê_de_filistînîyek_şehîd_bû
Eskerên siyonîst li Şerîeya Rojava di êrîşeke hovane ya li ser Cenînê da Filistînîyek şehîd kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2022 11:07 Asia/Tehran
  • Di êrîşa siyonîstan ser Cenînê de filistînîyek şehîd bû

Eskerên siyonîst li Şerîeya Rojava di êrîşeke hovane ya li ser Cenînê da Filistînîyek şehîd kirin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Filistîn El-Yewmê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hêzên siyonîst li kempa Cenîn a li kêleka rojavaya çemê Urdinê (Şerîeya Rojava), di şer û pevçûna bi filistîniyan re filistînîyek şehîd kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di heman dema êrişa artêşa siyonîst de dengê teqîn û gulleyan li deverên curbicur ên kempa Cenînê hat bihîstin û artêşa siyonîst eskerên zêdetir şandin Cenînê.

Çavkaniyên Filistînî derbarê êrişa eskerên siyonîst bo ser mala “Bessam El-Seedî” yek ji rêberên tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di nava şer û pevçûnên dijwar de agahî dan.

Ji aliyeke din ve çavkaniyên siyonîst ragehandin ku Besam El Seedî yek ji rêberên payebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ji aliyê artêşa siyonîst ve hatiye girtin.

Van çavkaniyan destnîşan kirin ku Bassam El-Seedî di şer û pevçûna bi leşkerên siyonîst re bi giranî birîndar bûye û tu agahî derbarê rewşa tendirustiya wî de nînin.

Mafên gelê mezlûm ên Filistînê zêde ji heftî sal in ku di bin pêlavên Rejîma dagîrker a Siyonîst de hatiye pelçiqandin. Vê rejîmê di heyama navborî de tawanên herî hovane li dijî filistîniyan pêk anîne.