Tîrmeh 11, 2022 13:24 Asia/Tehran
  • Êrîşa sayberî li ser binesaziyên Şaredariya Til Avîvê

Çavkaniyên ibrî qala êrîşa sayberî li ser boinesaziyên şaredariya Rejîma Siyonîst kir.

Medyayên siyonîst heta niha çend caran ketine ber êrîşên sayberî, bi awayekî ku van êrîşan malperên girêdayî bi kabîneya vê rejîmê bi tamê ji kar xistine.

Kanala "Kan" a Rejîma Siyonîst roja Duşemiyê bi raporekê ragihand ku malpera Şaredariya Til Avîvê û sîstema sermalê ji kar ketine.

Kanala Saberin Newsê ya li Telegramî jî nivîsîbû, piştî vê êrîşa sayberî ya li dijî serverên malpera xizmetên Şaredariya Til Avîvê, ev malper bi tamî ji kar ketiye û komeke bi navê El-tahireyê berpirsyariya vê êrîşa sayberî girtiye ustiyê xwe.

Binesaziyên Rejîma Siyonîst di mehên derbasbûyî da bi caran ketine ber êrîşên sayberî. Vê dawiyê rojnameya siyonîstî ya The Jerusalem Post'ê aşkira kir ku di heyama 2020 heta 2021ê da û dema ku êrîşên sayberî di asta cîhanê da sedî 50 zêde bûbûn, ev zêdebûn ji bo Israîlê sedî 92 bûye.

 

Serepeyv