Cinayetên kirêgirtiyên ser bi hevpeymaniya siûdî li El-Dureyhemiya Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i334559-cinayetên_kirêgirtiyên_ser_bi_hevpeymaniya_siûdî_li_el_dureyhemiya_yemenê
Çavdêr dibêjin cinayetên ku derheqê welatiyên Dureyhemiya Yemenê pêk hatine, tenê beşek ji rêzecinayetên hevpeymaniyeke destdirêjker e ku zêdetir ji 7 sal berê jiyan li Yemenê kiriye armanc.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • Cinayetên kirêgirtiyên ser bi hevpeymaniya siûdî li El-Dureyhemiya Yemenê

Çavdêr dibêjin cinayetên ku derheqê welatiyên Dureyhemiya Yemenê pêk hatine, tenê beşek ji rêzecinayetên hevpeymaniyeke destdirêjker e ku zêdetir ji 7 sal berê jiyan li Yemenê kiriye armanc.

Li gorî rapora Yemenî Pressê, Li gorî gotina çavdêran, ev cinayet ji cinayetên herî diltezîn ên hevpeymaniya cinayetkar e ku rasterast welatiyên sivîl kirine armanc. Li vî bajarî gelê asayî rasterast ketiye ber êrîşa top û bombeyan û di cinayeta herî aşkira ya li dijî mafên mirovan û protokolên mirovî bi dehan û belkî bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin.

 

Li gorî gotina karzanan, ev cinayet tevî ku gelekî hovane bû, lê weke hemû cinayetên hevpeymaniya destdirêjker li dijî yemeniyan di 7 salên derbasbûyî da, piçekî jî bala NY û rêxistinên Mafên Mirovan nekişand û wan heta ev cineyet şermezar nekir.

Karzan dibêjin îro endamêln sereke yên hevpeymaniya destdirêjker derbarê dorpêçkirina Te'êzê derewan dikin. Di halekî da ku cinayetên ku li El-Dureyhemiyê qewimîne, qet weke yên li Teêzê nînin.

Bûyerên Dureyhemiyê perde ji ser kîn û hêrsa destdirêjkeran li dijî welatiyên yemenî radike.