Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî keştiyeke ardûyê ya Yemenê desteser kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333923-hevpeymaniya_destdirêjker_a_siûdî_keştiyeke_ardûyê_ya_yemenê_desteser_kir
Berdevkê Kompaniya neteweyî ya Neftê ya Yemenê qala desteserkirina tankêreke din a ardûya vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2022 08:33 Asia/Tehran
  •  Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî keştiyeke ardûyê ya Yemenê desteser kir

Berdevkê Kompaniya neteweyî ya Neftê ya Yemenê qala desteserkirina tankêreke din a ardûya vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va kir.

Esam Mtewekil berdevkê Kompaniya neteweyî ya neftê ya Yemenê roja Pêncşemiyê ragihand: Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî keştiyek bi navê Kornît (Cornith) ku hilgira 20,000 ton benzîn û 9 hezar ton gazûlê (diesel) ji bo gelê Yemenê bû, desteser kir.

Li gorî vê raporê, vê keştiyê destûra NY hebû.

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî çend roj berê jî du tankêrên neftê yên Yemenê bi kapasîteya 61 hezar û 185 ton berhemên neftê desteser kir.