May 07, 2022 08:45 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşa Rejîma Siyonîst 50 filistînî birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan êvara Înê qala birîndarbûna 50 filistîniyan di encama êrîşa leşkerên siyonîst li ser filistîniyan li bakurê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kir.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Felestin Al-Yawmê, Leşkerên siyonîst di gel xortên filistînî li gundê Qeryûtê û gundê Decenê li başûr û rojhilatê Nablosê ketin pevçûnê.

Li gorî ragihandina çavkaniyên dermanî yên Filistînê, Leşkerên siyonîst bi avêtina guleyên metal û reşandina gaza rondikrêj, 50 filistînî birîndar kirin.

Li gorî vê raporê, Filistîniyan wek nerazîtiya li hemberî bajarokçêkirinê li Kêleka Rojavayî xwenîşandan bi rê xist, lê leşkerên siyonîst êrîşî ser wan kir.

 

Rejîma Siyonîst bi çêkirina bajarokên siyonîstnişîn dixwaze demografiya van navçeyan sser xêra siyonîstan biguherîne da ku dagirkeriya xwe li navçeyên filistînî tesbît bike.

Ev di halekî da ye ku Konseya Ewlehiyê ya NY roja 23ê Kanûna 2016an dengê Erê da biryarnameyekê ku armanca wê bidawîanîna bajarokçêkirina Rejîma Siyonîst li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye.

 

Serepeyv