Husî: Aştîkerên bi siyonîstan ra dê poşman bibin
Nîsan 30, 2022 09:00 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê êvara Înê got: Kesên ku ji bo asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst dilezînin, bi zûtî dê poşman bibin.
Li gorî rapora IRNAyê, Husî bi gotina vêya ku vejiyandina Roja Cîhanî ya Qudsê di asteke berfieh a cîhana îslamê da mijareke gelekî girîng e, got: Kesên ku bi dijminê israîlî ra hevpeymaniyê ava dikin, di halê paşguhkirina xalên ronî yên îslamê ne; Ji ber ku Xwedê li Qurana kerîm plana sekinînaa li hemberî dijmin darêştiye.
Ebdulmelik Bedredîn Husî her wiha got: Kesên ku deriyên welatê xwe li ber siyonîstan vedikin, dijminê siyonîst wek Çêleka Şîr dide" li wan dinêre.