Berdevkê Hemasê li ser rûbirûbûna di gel siyonîstan li seranserî kêleka rojavayî tekez kir
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ragihand: Agirê sekinîna li dijî siyonîstan divê li sseranserê kêleka rojavayî geş bibe.
Fewzî Berhûm, berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) îro got ku vê tevgerê di rêya gihandina alîkariyê bo navçeya Cenînê, bi awayê taybet bala xwe daye ser camêrên kêleka rojavayî.
Fewzî Berhûm her wiha got: Operasiyonên berxwedanê ku ji aliyê kesayetiyên wekî Ziya Hemarşe ş Reid Hazim va pêk hatin, divê ji bo xortên kêleka rojavayî handêr bin.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi gotina vêya ku operasiyonên Berxwedanê ferzeke dînî û neteweyî ji bo fiolistîniyan e û her kes ku çek di dêst da ye divê bereye nû di şerê dijî dijminê siyonîst li kêleka rojavayî veke, got: Ev kar bersiva rasteqîn bo cinayetên dagirkeran û hêza filistîniyan ji bo girtina pêşiya siyonîstan e.