Balafirên şer ên Erebistana Siûdî parêzgehên Zalie, Zemar û Seede bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i331057-balafirên_şer_ên_erebistana_siûdî_parêzgehên_zalie_zemar_û_seede_bombebaran_kirin
Balafirên şer ên Erebistana Siûdî deverên curbicur li parêzgehên Zalie, Zemar û Seede yên Yemenê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2021 18:04 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Erebistana Siûdî parêzgehên Zalie, Zemar û Seede bombebaran kirin

Balafirên şer ên Erebistana Siûdî deverên curbicur li parêzgehên Zalie, Zemar û Seede yên Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî El-Mesîre ya Yemenê; balafirên şer ên Erebistana Siûdî di şev û roja borî de çendîn deverên sivîlnişîn li parêzgeha Zalie (başûrê Yemenê) bombebaran kirin. Di vê navberê de, deverên niştecihbûyî yên parêzgeha Zemarê (rojavayê Yemenê) jî bûn armanca êrîşên herî dijwar ên esmanî ji aliyê rejîma Siûdî.

Ji aliyê din ve çavkaniyên yemenî ragihandin ku devera El-Şêx li parêzgeha Seede ya bakurê Yemenê jî bûye armanca êrişên balafirên şêr ên Erebistanê.

Li gorî vê raporê, di gelek êrişên balafirên cengê yên siûdî ser parêzgehên Yemenê de, deverên niştecihbûnê yên sivîlan hatine bombebarankirin.