Cinayeta nû ya hevpeymaniya siûdî li Yemenê; 16 sivîl hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i330449-cinayeta_nû_ya_hevpeymaniya_siûdî_li_yemenê_16_sivîl_hatin_kuştin
Televîzyona El-Mesîra ya Yemenê şeva îniyê ragihand ku di encama êrişa çekdarên hevalbendiya destdirêjker a siûdî ser beşa "Meqbena" li parêzgeha "Teiz" a vî welatî, herî kêm 16 welatiyên yemenî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2021 13:57 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya hevpeymaniya siûdî li Yemenê; 16 sivîl hatin kuştin

Televîzyona El-Mesîra ya Yemenê şeva îniyê ragihand ku di encama êrişa çekdarên hevalbendiya destdirêjker a siûdî ser beşa "Meqbena" li parêzgeha "Teiz" a vî welatî, herî kêm 16 welatiyên yemenî hatin kuştin.

El-Masira ragihand ku hejmarek zarok hatine kuştin.

Li gor çavkaniyên yemenî, bi sedema berdewamiya firrîna balafirên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li ser wê deverê, îmkana gihandina tîmên rizgarkirinê bo rakirina kelefe û xirabiyan ji bo derxistina qurbaniyan tine.

Şervanên koalîsyona êrîşkar ya Siûdî jî şeva Înê herî kêm du caran Balafirgeha Senayê û deverên derdora wê bombebaran kirin.

Derbarê ziyan û xisarên canî heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Di çend hefteyên borî de, hevpeymaniya destdirêjker a siûdî çend caran deverên niştecihbûnê li parêzgehên curbicur ên Yemenê kirine armanc.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêça bejahî, deryayî û hewayî kiriye.

Destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heya niha bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan hezar yemenî û awarebûna 4 milyon kesan.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêde ji sedî 85 ji jêrxana Yemenê wêran kirine û ev welat di warê xwarin û dermanan de bi gelek kêmasiyan rûbirû bûye.