Rizgarkirina parêzgeha El-Hudeyde bi temamî ji aliyê hêzên Yemenê ve
Kanala nûçeyan a El-Meyadîn ji zarê çavkaniyên yemenî ragihand ku parêzgeha El-Hudeyde li rojavayê Yemenê ji aliyê artêş û hêzên gelanî yên Yemenê bi temamî hatiye paqijkirin û tenê bajarê El-Xoxa maye.
Çavkaniyên hanê roja Şemiyê ji El-Meyadîn re gotin ku hevpeymaniya Siûdî ji ber nîgeraniyên Amerîka û Îmaratê ji ber geşedanên berdewam li parêzgeha Maribê li bakurê rojhilatê Senayê ji beravên Rojava vekişiya.
Çavkaniyên Yemenî dibêjin ku hêzên hevpeyman dil hene ku rewşa başûr berî têkçûneke leşkerî ya mezin serast û bi serûber bikin.
Li gorî vê raporê, koalîsyona Siûdî hemû hêzên xwe tevî hêzên Tariq Salih û Lîwaya El-Amalqe ji beravê Rojava derbasî Adenê kirine.
Artêş û komîteyên gelerî tevahiya beravên Rojava xistine bin kontrola xwe û niha li Xûxa û Heysê şer û pevçûn berdewam in.
Çavkaniyên Yemenê bi bîr xistin ku pêşdeçûna hêzên artêşê û komîteyên gelanî li beravên rojava heta niha gihîştiye 700 kîlometrên çargoşe û ji bilî bajarê El-Xoxe, tevahiya parêzgeha El-Hudeyde hatiye paqijkirin û tê pêşbînîkirin ku ev bajar jî îro azad bibe.
Hin jêderan îro Înê ji El-Meyadîn re ragihandin ku hêzên koalîsyona Erebîstana Siûdî ji bi dehan cihên başûr û rojhilatê El-Hudeydê vekişiyane.