Krîza ziwabûna Dîcle û Firatê bi çêkirina bendavan li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329934-krîza_ziwabûna_dîcle_û_firatê_bi_çêkirina_bendavan_li_tirkiyê
Tirkiye bi çêkirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê ev çem xistine bin metirsiya ziwabûnê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2021 05:41 Asia/Tehran
  • Krîza ziwabûna Dîcle û Firatê bi çêkirina bendavan li Tirkiyê

Tirkiye bi çêkirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê ev çem xistine bin metirsiya ziwabûnê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, kêmbûna zêde ya baranê û çêkirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê di van salên dawî de, Iraq xistiye nav qeyrana avê.

Tirkiye bi çêkirina 22 bendav û 19 projeyên avê yên bi navê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (projeya Gapê) li herêmên jorîn ên çemê Dîcle û Feratê di van salên dawî de, rêjeya bikaranîna ava van çeman li herêmên jêrdest ên Sûriye û Iraqê pir kêm kirin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di vê çarçêvê de tekez kiriye ku eger pirsgirêka dabeşkirina adilane ya ava çemên Dîcle û Firatê yên navdewletî bi Tirkiyê re neyê çareserkirin, krîza giran a kêmbûna avê li Iraqê dê li ser ji sedî pêncî û çar erdên çandiniyê û ava vexwarinê ya xelkê bandorek neyînî bike.

Çemê Dîcle û Firatê ku ji çiyayên rojhilatê Anatoliya li Tirkiyê dertê, bi herikîna 2800 km ji nav Iraq û Sûriyê derbas dibe û dirêje nava Kendava Farsê.