Erebistan: Riyaz ji bo gotûbêja tev Têhranê cidî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329425-erebistan_riyaz_ji_bo_gotûbêja_tev_têhranê_cidî_ye
Wezîrê karên derve yê Erebistanê got: Em ji bo gotûbêja tev Komara Îslamî ya Îranê cidî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2021 06:14 Asia/Tehran
  • Erebistan: Riyaz ji bo gotûbêja tev Têhranê cidî ye

Wezîrê karên derve yê Erebistanê got: Em ji bo gotûbêja tev Komara Îslamî ya Îranê cidî ne.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Feysel Bin Ferhan, Wezîrê karên derve yê Erebistanê di hevpeyîvîna tev rojnameya Financial Times'ê qala pêşketina gotûbêjên dualî bi Îranê ra kir.

Ferhan tevî amajeya bi dewama van gotûbêjan, got: Erebistan li dû pêkanîna peywendîyê û berfirehkirina hevkariya bi Îranê ra li hemî waran e.

Li gorî rapora Financial Times'ê Erebistan di halê vekolandina daxwaza Îranê ya vekirina Konsûlxaneyê û Ofîsa Nûnertiyê jibo Saziya Hevkariya Îslamî li bajarê Cedeyê ye.

Beriya vêya jî Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistanê ragihand ku Riyaz daxwaza peywendiya taybet û baş tev Têhranê dike.