Êrîşên balafirên koalîsyona Siûdî li ser çend deverên Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329001-Êrîşên_balafirên_koalîsyona_siûdî_li_ser_çend_deverên_yemenê
Çavkaniyên medyayê ragihandin ku balafirên bombeavêj ên koalîsyona Siûdî çendîn dever li Yemenê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2021 11:25 Asia/Tehran
  • Êrîşên balafirên koalîsyona Siûdî li ser çend deverên Yemenê

Çavkaniyên medyayê ragihandin ku balafirên bombeavêj ên koalîsyona Siûdî çendîn dever li Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî Al-Masira; Balafirên koalîsyona Erebîstana Siûdî vê sibehê 9 caran bajarokê El-Ebdiyeh, du caran bajarokê Hurîb û bajarokê Rehbe yê parêzgeha Ma'ribê ya Yemenê bombebaran kirin.

Balafirên koalisyona Siûdî herwiha çar caran jî bajarê Esilan li parêzgeha Şebwe ya navenda Yemenê kirin armanca êrişan.

Li gorî vê raporê, devera El-Mezariqê li bajarokê Xeb û El-Şeefê li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê jî du caran bû hedefa êrişên hevalbendiya siûdî.

Li aliyê din hêzên girêdayî koalîsyona Siûdî duh bi şev bi top û moşekên xwe 197 caran agirbesa  "El-Hudeyda" yê li rojavayê Yemenê binpê kir.