Ayetullah Sîstanî ji gelên cîhanê xwest piştgiriya gelê Filistînê bikin
Merceyiyeta Bilind a Şîeyên Iraqê piştevaniya xwe ji bo "berxwedana lehengî ya miletê serbilind ê Filistînê" li dijî zor û zilma dagirkerên siyonîst dubare kir û bang li neteweyên azad ên cîhanê kir ku piştgiriya Filistîniyan bikin.
Li gor IRNAyê, Nivîsgeha Hz. Ayetullah Sîstanî, merceyê derece bilind ê şîeyên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Pevçûnên tund ên van rojana li dora Mizgefta El-Aqsayê û deverên din ên dagirkirî bê guman asta berxwedana Fîlîstîniyan li dijî dagîrkeriya hov û êriş berdewam û ne valakirina erdên dagirkirî, nîşan dide.
Hz. Ayetullah Sîstanî par jî li hevdîtina bi rêberê Katolîkên cîhanê Papa Francis mesela Filistînê bi bîr xist û ew mînaka herî eşkera ya zilm û zora li dijî neteweykê da zanîn.
Qudsa dagirkirî û hin bajarên din ên Filistînê di van rojên dawîn de ji bo protestokirina cinayetên berdewam ên Rejîma Siyonîst û planên vê rejîmê yên Cihûkirina Qudsê û zevtkirina taxa Şêx Cerrah û derxistina Filistîniyan ji vê taxê bûn qada pevçûnn di navbera çekdarên Siyonîst û xwepêşander û nimêjkerên Filistînî de.
Di êriaşa Siyonîstan ser filistîniyan li Qudsê, Qiraxê Rojava Çemê Urdinê û Şirîda Xezayê bi dehan filistînî şehîd û birîndar bûn.