Kurdên seranserê cîhanê cejna Newrozê pîroz kirin
Li seranserî cîhanê, cejna Newrozê bi vêxistina agir, girtina govend û şahîyan pîroz kirin.
Îro, 20 Adarê ye û destpêka sala nû ya kurdî ye. Kurd ji vê rojê re dibêjin Newroz, yanî roja nû û destpêka demsala nû û demsala biharê ye. Ji ber wê jî li bajar û gundên kurdan ên Tirkiye, Sûriye û Iraqê herwiha li herêmên kurdî yên Îranê ev cejn û helkeft bi çalakîyên rengareng tê pîrozkirin.
Mixabin îsal jî mîna par, Newroz di bin sîya vîrusa Koronayê de tê pîrozkirin, loma li hinek deveran çalakiyên sînordar tên kirin.
Li herêma Kurdistanê (ya Iraqê), cejna Newrozê bi şahî tê pîrozkirin. Tevahiya xelkê vî deverê bi kincên xwe xwecî û vêxistina agir û girtina govendê bi dilê xwe Newrozê pîroz dikin.
Ji ber wê jî li navenda Herêma Kurdistanê, Hewlêrê û li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Duhok, Soran, Helebce, Akrê û gelek deverên din agirê Newrozê vêxistine û li ber ronahiya wî agirî kêf û şahiyê dikin.
Li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê jî cejna Newrozê tê pîrozkirin. Li Stenbolê cejna Newrozê îro bi vêxistina agir û gotina stranan û gotarên siyasî hat pîrozkirin.
Sibê (21 Adarê) li bajarên Diyarbekir û Wanê yên kurdên Tirkiyê jî cejna Newrozê tê pîrozkirin. Tê pêşbînîkirin gelek kes beşdarî pîrozkirina Newrozê bibin.
Li bajar û gundên kurdnişîn ên Îranê jî her wekî xelkê deverên curbicur ên vî welatî kurd jî cejna newrozê pîroz dikin û li hin bajaran agirê newrozê vê dixên.
Li deverên kurdî ên Sûriyê jî bi taybet li bajarên Qamişlo, Amûdê, Eyn Îsa, Tebqa û Minbicê agirê newrozê hat vêxistin û Newroz bi govend û şahî hat pîrozkirin.
Pîrozbahî û çalakiyên Newrozê dê sibê jî berdewam bin.