Nêtanyahû îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i324423-nêtanyahû_îdiayên_xwe_li_dijî_Îranê_dubare_kirin
Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst careke din tawan û îdiayên xwe yên pûç li dijî Komara Îslamî ya Îranê hilêxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2021 05:03 Asia/Tehran
  • Nêtanyahû îdiayên xwe li dijî Îranê dubare kirin

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst careke din tawan û îdiayên xwe yên pûç li dijî Komara Îslamî ya Îranê hilêxistin.

Li gorî rapora rojnameya "The Jerusalem Post", Bênyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Pêncşemiyê bi şev careke din di gotûbêja digel Kanala 13 ya Televîziyona Rêjîma Siyonîst da îdia kir, Boykot û gefa bawerpêkirî ya leşkerî tenha rêya seekinîna li hemberî Îranê ye.

Nêtanyahû îdia kir, Israîl nikare pişta xwe bide tu lihevkirinekê tev Îranê û heke deleta Amerîkayê tenê pişta xwe bide lihevkirinan, wê yê şaşitî kiribe.