​​​​​​​Biden piştevaniya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i323809-biden_piştevaniya_erebistana_siûdiyê_li_yemenê_rawestand
Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Amerîka dê piştevaniya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û got: "Divê ev şer bi dawî bibe."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2021 05:14 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Biden piştevaniya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestand

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Amerîka dê piştevaniya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û got: "Divê ev şer bi dawî bibe."

Biden di xîtaba xwe ya yekemîn a li ser siyasta derve de ku li navenda Wezareta Karên Derve ya Waşîngotinê kiribû got ku dê Amerîka piştevaniya xebatên Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û da zanîn ku divê ev şer bi dawî bibe.

Biden destnîşan kir ku dê Amerîka piştgiriya Erebistana Siûdiyê di parastina serwerî û xaka wê de berdewam bike.

Her wiha piştrast kir ku dê welatê wî ji bo çareserkirina aloziya Yemenê bixebite.