Kanûn 27, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Yemenê Rêjîma Siyonîst hişyar kir

Wezareta karên derve ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê destnîşan kir: Heke Rêjîma Siyonîst ziyanê li Yemenê xîne, dê berjewendiyên wê li Deryaya Sor bikevin ber êrîşê.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya televîziyona Meyadînê, Wezareta karên derve ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand, Rêjîma Siyonîst divê dest ji gefxwarina dijî welatên navçeyê bikişîne.

Wezareta karên derve ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ragihand, Rewşa Yemenê tu têkiliyek digel Rêjîma Siyonîst tune û her kiryarek ji aliyê Rêjîma Siyonîst va dê bibe sebeba şerekî giştalî.

Şeva bihurî jî Celal Revîşan, Alîkarê berevaniyê yê Seerokwezîrê Yemenê destnîşan kir, Israîê û rejîmên sazişker dê tu wextî armancên xwe li Yemenê bi dest nexin.

Avîxay Edreyî Berdevkê Artêşa Rêjîma Siyonîst rojên bihurî gotibû ku Rêjîma Israîlê çavdêriyê li ser rewşa Yemenê dike.

 

Serepeyv