Netanyahu bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i321669-netanyahu_bi_awayekî_veşartî_serdana_erebistana_siûdî_kir
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Îsraîlê serokwezîrê vê rejîmê Benyamin Netanyahu roja yekşemê bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Netanyahu bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Îsraîlê serokwezîrê vê rejîmê Benyamin Netanyahu roja yekşemê bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir.

Kanala 12 a Rejîma Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê vê rejîmê Benyamin Netanyahu roja yekşemê bi dizî serdana Erebistana Siûdî kiriye.

Kanalê ku agahiyên xwe spartin edîtorê rojnama siyonîstî ya Haaretzê Avi Scharf, wiha diyar kir: "Çavdêr û nûçegihanan firîna balafireke taybet di navbera Til Avîv û bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî de li berava Deryaya Sor şopand."

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî civînek bi şahê Erebistana Siûdî Muhamed bîn Selman re pêk anîbû.