Li Misirê helîkopterek ket: 7 serbazên biyanî mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i321325-li_misirê_helîkopterek_ket_7_serbazên_biyanî_mirin
Helîkoptereke serbazî li Sînaya Misirê kete xwarê û di encamê de 7 serbazên biyanî canê xwe ji dest dan.  Berpirsên Misirî dibêjin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ew bûyer çê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2020 16:39 Asia/Tehran
  • Li Misirê helîkopterek ket: 7 serbazên biyanî mirin

Helîkoptereke serbazî li Sînaya Misirê kete xwarê û di encamê de 7 serbazên biyanî canê xwe ji dest dan.  Berpirsên Misirî dibêjin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ew bûyer çê bûye.

Li gor zanyariyan li devera Sîna ya Misirê helîkoptereke serbazî ya hêzên navdewletî yên çavdêriyê tê de bûn ket xwarê.

Çavkaniyek ji ajansa AFPê re aşkere kiribû ku di encama bûyerê de 7 serbazan canê xwe ji dest dane.

Berpirsên Misirî jî ev zanyarî piştrast kirin û diyar kirin, “Li gor zanyariyên destpêkê 5 Amerîkî û Fransî ligel serbazekî Çîkî canê xwe jidest dan.”

Berpirsên Misirê li ser sedema ketina wê helîkopterê jî ragihandin, “Helîkopterek ji ber şaşîtiyeke teknîkî têkşikest.”