Xwenîşandana gelê Îsraîlê li dijî siyasetên kabîna Nêtanyahû didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i320351-xwenîşandana_gelê_Îsraîlê_li_dijî_siyasetên_kabîna_nêtanyahû_didome
Bi hezaran îsraîlî tevî belavbûna vîrûsa koronayê û hebûna berbendên giran li erdên dagirbûyî li dijî siyasetên kabîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xistn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Îsraîlê li dijî siyasetên kabîna Nêtanyahû didome

Bi hezaran îsraîlî tevî belavbûna vîrûsa koronayê û hebûna berbendên giran li erdên dagirbûyî li dijî siyasetên kabîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xistn.

Bi hezaran îsraîliyên rûniştiyê Telavîvê û hin bajarên din ên erdên dagirbûyî yên Filistînê Yekşemiyê şevê bona protestokirina dosiyên gendeliya Nêtanyahû û lawaziya wî li rêveberiya qeyrana koronayê û qeyrana aborî, xwenîşandan li darxistin û daxwaza îstifaya kabîna wî kirin.

 Erdên dagirbûyî li mehên derbasbûyî bi caran şehedê xwenîşandana  li dijî gendeliya Binyamîn Nêtanyahû û xebata lawaz a dewleta wî di warê rawestana li ber vîrûsa koronayê da bûye.

 Nêtanyahû li mehên derbasbûyî 4 dosiyên gendeliya aborî hebûne.

 Dosiyên ku li medyayan wek dosiya 1000, doisya 2000, dosiya 3000 û dosiya 4000 hatine binavkirin.