Pêgiriya Hesan Diyab li ser lezandina damezirandina Dewleta Libnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i320279-pêgiriya_hesan_diyab_li_ser_lezandina_damezirandina_dewleta_libnanê
Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê daxwaza lezandinê jibo damezirandina dewleta nû li vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 10:45 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Hesan Diyab li ser lezandina damezirandina Dewleta Libnanê

Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê daxwaza lezandinê jibo damezirandina dewleta nû li vî welatî kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Minarê, Hesan Diyab Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê di axaftinekê da derengketina damezirandina dewletê li vî welatî da karesat da zanîn û got: Divê herî zûtir dewleta nû were damezirandin; Ji ber ku Libnan nikare heta du mehên din sebr bike.

Roja 4ê Tebaxa 2020î bendergeha Beyrûtê bi teqîneke bihêz wêran bû. Di encamê da zêdetirî 190 kesî hatin kuştin û 6500 kes jî birîndar bûn.

Li pey vê teqînê Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê dest ji kar kişand.